11.02.2004 18:22:17
MIN NAVÊ XWE KOLA LI BIRCÊN DIYARBEKIR Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Gava ku stêrk Li esmana stûxwar, Gava ku ney û blûr û tembûr Û dehol û zirna sar bûn. Û cobar Ne dixuþin di nivînên xwe de seraser Sosin û beybûn û rihan Ne d'biþkifin di bûtikê de. Tariyên giran Tûj û kûr Bi zûrezûr û bi orîneke jakaw Bê fikare, bê paxav diheliþî dikumiþî li ser welatê min. Bi giyanek pola Min navê xwe kola Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Wek bebelisk Wek moraz Wek bagarek gurr Min eniya têkoþînê Min di eniyek de þer kir li hember xwînxwara Bi dilawerî Bi bîrûbawerî Min têkoþîn û berberî kir Û Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez welatparêz im, Ez mirovperwer im, Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn Þêx Seîdê kal, Bijîþk Fuad im Ez Bavê Tûjo me lo!... Þoreþger im.
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Dema þefaq da di Sîpan de Dema ku lêvên esmên Di singa Sîpan de sor dikir bi beþerûkî. Ez Di deriyê Niþtîmanî de ketim hundir Min Deriyê Neteweyî bi zerzenga xemiland Û li ber Deriyê Serxwebûnî Þer kir. Bêweç ma bû baxçeyê Deriyê Felatî Min tê de Þaxên serbestiyê çikand Tovê xawêndariyê werkir.
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Ez Þêx Seîdê kal, Bijîþk Fuad im Pêþmergekî bê nav û bê nîþan Û qevdekî ji pincara welat im. Ez duh þehîd bûm Îro, nûhat im.
Ekleyen/Kaynak: âmed
Bu bölüme Siir ekleyebilirsiniz. Siir eklemek için
týklayýn
Henüz yorum eklenmemiþ
|